Vengma, hiç bir partinin borazanı değildir. Hiç bir partinin düşmanı da değidir. Kürt partilerinin doğru politikalarını destekler, yanlış politikalarını eleştirerek yol göstermeye çalışır.

ÃŽran qatil dewleta

VengMa // 28 sal berê (12.07.1989) ÃŽrana qatil dewleta rafizî li Viyana’yê bi qellaşî Dr. Qasimlo kuÅŸt.

Dr. Qasimlo berî niha bi 28 sala li paytexta Nemsa (Austurîa) Wiyana, roja 13’ê Tîrmeha sala1989’an de dema hevdîtin bi nenûrên Komara Ä°slamî ya ÃŽranê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Rojhelatê Kurdistanê dikir, ji aliyê nûnerên devleta ÃŽranê ve bi kiryarekî teroristî û bêbextî hate ÅŸehîdkirin. Di dîroka Kurdistanê de mixabin gelek car dijminên gelê Kurd dema hevdîtinên bi serok û rêberên Kurdan re pêkanîne, bi bêbextî serokê Kurdan ÅŸehîd kirine.

Dr. Qasimlo, rêber û serokekî gelek jîr û zana , mirovekî azadîxwaz, aştîxwaz, demokrat û welatperwerekî gelek mezin bû. Di dilê wî de Kurdistaneke mezin û serbixwe hebû. Ji ber kesayetiya wî ya aştîxwaz, demokrat û humanîst, dixwest pirsgirêka Kurd li gel Komara Îslamî ya Îranê bi rêyeke aştiyane çareser bibe.

Dr. Qasimlo, ne tenê serok û şehîdê PDK-Î û Rojhelatê Kurdistanê ye! Di dilê hemû gelê Kurd de şehîdekî nemire. Tekoşîn û xebata wî rêbazeke ji bo her Kurdekî nîştimanperwer û tu car nayê jibîrkirin. Bi vê minasebetê ez Dr. Qasimlo, Sadık Şerefkendî, Qadirî, hevalên wan û hemû şehîdên Kurdistanê bi minetdarî yad dikim û bibîrtînim.Gerek kurd vê jibîr nekin.
Em vê dewleta rafizî şermezar dikin.

BIJÎ KURD Û KURDISTAN

E-posta hesabınızı yayınlanmıyoruz

2 × 3 =

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için çerezler kullanıyoruz. Sorun yok, rahat olun. Size özel herhangi bir bilgiyi yayınlamıyor ya da paylaşmıyoruz. Anladım, sorun yok Daha Fazla