Vengma, hiç bir partinin borazanı değildir. Hiç bir partinin düşmanı da değidir. Kürt partilerinin doğru politikalarını destekler, yanlış politikalarını eleştirerek yol göstermeye çalışır.

Danasîna Romanek Bîyografîk!“Me Kilîda Çîyê Wenda kir!”

Şeyxmus Özzengin / “Me Kilîda Çîyê Wenda kir!”
M. S. Çurukkaya
Weşanên Doz ê.
Çapa yekê, 677 Rûpel.
Ji Tirkî wergêra Kurdî,  Welat Azad.

Dîrok hafiza miletekî ye. Zemqa hevgirtina wî miletî ye. Ev pêvajoka dîrokî, bi başî û xerabîyên xwe nasnameya wî mitekî jî çê dike. Em ji van re dersên dîrokî dibêjin. Dema miletek dest bi jibîrkirinê bike, ji hafiza xwe qut bibe, an jî hafiza xwe êdî bikar neyne û tecrûbên xwe yên dîrokî dernebixe asta zanistîyê, ev dibe destpêka xeterîyek mezin û perçebûna wî miletî, têkçûna wî miletî bi vê rewşê re tê. Ji ber vê jî M. Selîm Çurukkaya; dîlimek ji serhildan, serpêhatî û kevnejîyanek a sedsalîya nêzîk ya Kurdistanê, bi pênûsek xurt û bi metoda romanivîsa dîrokî derxistîye zanistîyê. Di virde M. Selim Çurukkaya barekî giran ji ser milê xwe danîye.

“Me Kilîta Çîyê Wenda Kir”, Serpêhatîyên şervanên Kurdistanê, qahremanên dîrokê û navê wan e. Navê efsane, destan û çîrokên van serkirdeyên bênav yên berxwedanên Kurdistanê ye. Ev beşa dîroka miletê Kurd a sedsalî ya erênî ye. Lê hêlek me ya neyênî jî heye. M. Selîm Çurukkaya, ne tenê hêla erênî, ya nêyênî jî bi pênûs û serpêhatîyên dîrokî derdixe ber me. M. Selim, di vir de derdixe ber me, ku çawa xîyanet, her bûye sebebê têkçûna me û rûpelek neyênî bi sedan salan kirîye para vî miletê mazlûm.

Berhema “Me Kilîta Çîyê Wenda kir”, bi wê roja xebera reş re destpê dike. Di virde, M. Selîm Çurukkaya, malbata wî, dost û nasên pêvajoka vê dîrokê, yeko yeko emin. Her yekê ku bi vê pêvajoka General Dr. Seîd Çurukkaya re têkildar bûye, bûye perçeyek ji êşên vê xebera reş. Nivîskarê berhemê, ev pêvajok, bi detayek   berfireh anîye ziman û hewl daye xwe, ku ji bandora psîkolojîya wan rojan derkeve û di nav tayên dîrokê de li dersan bigere, ku sûdê jê bigirin. Nivîskar, di vir de jî serkevtî ji nav van detayan derdikeve û xwe berdide nav tayên dîroka miletê xwe. Li Dr. Seîdan digere. Li Sebebên têkçûna miletekî a sedsalî, li hizran û xîyanetkaran digere ku çi cûre cûre “vîcdan” jî bi wan re hebû.  

Nivîskar, şehadeta General Dr. Seîd Çurukkaya, şervanîya qahremanê serpêhatîyê berhemê û hezkirina wî a bi xakê welatê wî ve têkildar, bi van hevokan tîne ziman:

“Dr. Seîdê ku ev şanzdeh sal bûn nikarîbû biçe welatê xwe, niha bi tabûta xwe diçû welatê xwe. Ne xerîbê rêya Çilkanîya Çewlikê û sînorê Xabûrê bû. Bi salan ji bo wê axê şer kiribû li wan deran..” s.29

M. Selîm Çurukkaya, me li erdnîgarîya Çewlikê û gundên derdorê, seraünserê Kurdistanê û heta beşê binxetê digerîne. Rewş û helwesta şervanên Kurdistanê, wefaya wan, bi xaka wan û hestên wan re bi pênûsek xurt û herîkar tîne ziman. Têkilîyên rojane yên rûniştînerên herêmê, sosyolojîya wan û têkilîyên malbatî, serhildan û serkêşên serhildanan, wek bênderekê di romanê de hildibijêre û dide ber bayê. Yên ku jê re lazimin berhev dike û bi hosteyî pêşkêşî xwendevanan dike. Nivîskar, di vê bêndera têkilî û bîranînan de wîcdanê mirov esas digire û karesatên bêwîcdanî dike dersên dîrokî. Ji romanekî bîyografîya Dr. Seîd bêtir, bîyografîya sedsala me ye, ji pênûsa M. Selîm Çurukkaya diherike ber me.

“Wîjdanê wan miribû, mirovatîya wan miribû, heta wî xwedayê di pirtûkên pîroz de, ku bahsa wî dikirin jî miribû”(!)s.73

Hêlek din a romanê jî, erdnîgarîya herêmê, hespên şervanan û têkilî, vefaya van hespên rewan û sûwarên wan e:

“..Li alîyekî jî te yê bigota qey çîyayên henber çemê Mûradê jî bi Rehşanê re difirin..” s.86

Di vê bîyografîyayê de bi sedan nav derbas dibe. Her nav çîrokek e. Nivîskar, li ser erdnîgarîya Kurdistanê, li ser her cîhê;                                       

“..Bîyanîyê van deran bû bi her tiştê xwe.Li mirovên xwe, li apên xwe, li amojên xwe, li her tiştê taxê bîyanî bû. Zimanê ku pê diaxivî kesî ne dixwest pê biaxşive. Yên diaxivîn jî bi çavekî piçûk                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                   li wan dihat nihêrtin.” S.158

Nivîskar, piştî bi sedan serpêhatî û çîrokan re xwe digihîne D. Seîd Çürükkaya ku li çîyê bi destana Dr. Suleyman wê bêt nas kirin.

“.Êdî hemû çîyayan dê bi vî  navî behsa wî bikirana.”s.247

Di qadên berxwedanên dîrokî yên xaka Kurdistanê de, her gund, her çem, her çîya, her berqef xwedî çîroka xwebexşekî dîrokî ne. Vîcdanê mirovan, vîcdanê rastîya dîrokê van serpêhatîyan jibîr nake. Dr. Suleyman, di gav  bi gavên şervanîya xwe de li çîrokên van xwebexşan rast tê. Dibe şahidê fêrisî û xîyanetê, dibe şahidê vîcdan û bêvîcdanîya   li ser rûwê vê axa pîroz.

“..Tenê ji devan barî guhan bû û rastî hatin derewkirin.Yek caran derewan şûna rastîyan girt. Hemû nivşan tenê dîroka xwe jîyan. Fam nekirin bê ka yên berîya wan çi bi serê wan de qewimîye..”s.266

Nivîskar, di beşa 24 an û şûn de, bi gelemperî di bin bandora nerînên xwe yên sîyasî de dimîne. Bi rêya Aysel, Omer re û bi çûna qerargeha Ocalan re van nerînan eşkere dike. Bi raya min, eger nivîskar di van beşan de xwe baştır kontrol bikira, wê ev bîyografîya hîn xweştir derketa holê. Vê rewşê; damezirandina PKK, destpêkirina şerê çekdarî û rewşa ku piştî derketina zîndanê, ku Selîm lê dibe şahid sînor dike. Pêşîya kûraya rexneya li ser PKK digire. Îhtîmala ku nivîskar, rewşa PKK bi helwesta xwe re dinirxîne derdixe ber xwendevan. Xwe bi metodek ezezî li ser xwendevanan ferz dike. Hevoka nivîskar a ku di vê rewşê de bandorek neyênî li ser xwendevan dike û îhtîmala ku nivîskar dibin bandora rewşa şexsî de maye derdixe ber me:

“..li ser rewşa guhertina PKKyê ya ku ew ketine zîndanê û virde fikirî. Xeletî, xeflet û îxaneta ku tu kesî nedîtibû wî dît û ev xwendin. Abdullah Ocalanê ku hatibû gelîyê Bekayê, ferqkir ku Selîm jî wî fam kirîye. Ji bo wî bêdeng bike, serî pê bide tewandin, hemû hêza xwe bi kar anî. Demeke kurt jî di vê kirina xwe de biser ket.”s.286

Çîroka fîşeka Enwer Efendîyê, ku di berxwedana 1925 an de cîh girtibû, çîrokek mijoyî ya dîroka Kurdistanê ye. Piştî têkçûna berxwedana 1925 an, Enwer Efendî berikek mawzera xwe li paçekî dipêçe û dixe paxila xwe, derbasî binxetê dibin. Pir kes wê berikê jê dixwazin, lê nade wan. Wek hêvîyekê di paxila xwe de vedişêre. Paşîyê vê berikê û kurê xwe Hadî bi hişmendîyek netewî û dîrokî teslîmî yekîneya berxwedana nû dike.

Nivîskar, nakokîyên di navbera serkirdeyên PKK û şervanan de, nakokîyên di navbera hêvîyên gundîyên piştgir û armancên tevgerê de; Ji bona van şervanan, berf, zor û zahmetîya çîyayên Kurdistanê û armancên PKK, yek bi yek wek nakokîyên ku emê bi dehan salan li ser mijûl bibin û li bersîvan bigerin derdixe ber me.

Rewşa şervanan û têgihîştina rêveberîya PKK bi vê hevokê tîne ziman:

“Jiu ber dengê gulleyan û ji ber bazdana ji wî çîyayî bo wî çîyayî nikarîbû li tiştekî din bifikire.”

“Fam nedikirin ku şerê gerîla ji jor ve ji rêveberîyê ve ketîye bin sîwana neyarên gelê Kurd.”s.344

Nivîskar di kûraya Romaneke Biyografikde eşkere dike ku; li van çîyayên asê, warên sîpan û aşîtên berfê, çendîn qefle jin, xort û mêrên şervan bi biryara rêveberên PKK şandine mirinê? Çendîn jin ji ber evînê, çendîn bûk û zava bûne qurbana biryarên serkirdeyên PKK. Çendîn hezar Kurd li van alifê çîyan qir bûne? Ne mezelên wan, ne navê wan û ne jî sebeba kujtina wan hatîye şîrovekirin. Çend malbat çawayîya wendabûn û mirina ewladên xwe dizanin?

Xîyaneta ewînekê bi ewîndarê xwe re, xîyaneta hêvîyekê bi hêvîdarê xwe re, xîyaneta cîns bi cînsên xwe re, xîyaneta jinekê bi hevala xwe re, xîyaneta dozekê bi dozdarê xwe re, çiqasî zahmet e. Wek êşa bêdarman, ku mirov xwe bi xwe bixapîne, ewqesî dijwar e. Nivîskar, vana yek bi yek rêz dike ber xwendevan.

Çawa qêrîna wan jin û bûkên bênav, ku li pîsîrên wan çîyayên qedîm diketin û dibûn niqutên xwînê li ser wan zinaran û wenda dibûn, wek xetên dîrokê îro bi Romana M. Selîm Çurukkaya a bîyografîk re li me vedigerin!

Ev Roman Hafiza dîroka sedsalî ye. Divê Kurd xwedî li hafiza xwe derkevin. Hafiza kurdan, xwedî lêderketina hest û ramanên dîrokî, jîyana kurdewarî û xaka dîrokî bi xwe ye.

Nivîskar, hest, raman û helwesta Generalê Kurd yê sedsala me, di dersek perwerdeyê de bi van hevokan tîne ziman; ev General Seîd Çurukkaya bi xwe ye.

„Hûn dizanin welat çîyea gelo? Belkî ji ber ku hûn nizanin hûn direvin. Welat hûn in. Welat dî û bavê we ye. Welat xwuşk û birayên we ne. Welat cîhê ku zaroktî û xortanîya we lê derbas bûye. Welat zimanê we ye.“s.614

Ez M. Selîm Çurukkaya pîroz dikim.

15.03.2021

... Bu yazımız ile ilgili görüşünüz? ...

Loading spinner
1 Yorum
  1. Simko Engizek diyor

    Hezar bi Hezar Miroven merxasen,Niştimanperweren u rast Şoreşgeren Kurdistane he bun.Tew çu Axa Reş!!!
    Ki he ye???

    Welatfiroşen reş u gur li Girava İmralı u Çiyaye Qendil!

    Ki?

    Birayen Öcalan (Enver ve Talat)
    Karayılan (Topal Osman)
    Bayık (Berija)
    Kalkan (Molotow)
    Mustafa Kemal Karasu (Kılıçdaroğlu)
    Rıza Altun (Diyap Ağa)
    Bese Hozat (Sabiha Gökçen)
    Nuriye Kesbir (Meral Akşener)
    Ali Haydar Kaytan (Binbaşı Rayber Kasım)

    Li Koma Öcalan weki be guman Tevgera İttihad u Terakki!!!
    Penç sterk Dijminen Kurd u Kurdistane!!!

    Wi mejinen tene ji bo Enver, Talat u Misto Kemal kar dikin-u Stalin!!!

    ... Bu yazımız ile ilgili görüşünüz? ...

    Loading spinner
Yorum Yazın

E-posta hesabınızı yayınlanmıyoruz

one × five =

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için çerezler kullanıyoruz. Sorun yok, rahat olun. Size özel herhangi bir bilgiyi yayınlamıyor ya da paylaşmıyoruz. Anladım, sorun yok Daha Fazla