Şakir Epözdemir // Mewlana İdrîs, kuré Mewlana Şéx Hisameddin Elî ye. Şéx Hisameddî Elî, ilimdareké navdar û qedirbilind yé zemané xwe ye. Şeref Xan di Şerefnameya xwe ya giranbaha da gava ilimdarén Bedlîsé dihejméré û tîné ziman, Navén Mewlana Şéx Hisameddin Elî û Kuré wî Mewlana İdrîs El-Hakim û kuré Mewlana İdrîs Eb-ul Fadil Efendî dike û Eb-ul Fadil Mihemed Efendî dixe réza ilimdarén navdar yén Bedlîsé û bi stayîş û serbilindî navé wan diborîné.. Ji bo Mewlana Hisameddîn dibéje : “- Mewlana Hisameddiné Bedlîsî yé xwedan irfan û fezîlet, zanayeké navdar û mıtesewifeké ji kamılan bû. Ew şagirdé Şéx Emmar Yasîr bû. Li ser babeté tesawifé kitébéka wî heye..” Ligora Melûmatén Şerefnameyé Şéx Emmar Yasîr bi xwe jî ilimdarek ji ilimdarén Bedlîsé ye û şagirdé Tarîqeta Suhrewerdî ye. (Şerefname pr 362 wergera Ziya Awci)
Şéx Hisameddîn Elî Katibé Dîwana Dewleta Aqqoyînîya ye, ku paytexté vé dewleté bajaré Diyarbekir bû. Ev dewlet di sala 1400é da ji terefé Ozbek û Tatarén hevalbendén Timorleng va hatıbû avakirin. Mewlana Şéx Hisameddîn dı dewra Uzun Hesen da Munşî ye, katibé Dîwan é ye. Di hemî zemané Siltan Hesen da ku ev zeman ji sala 1450 yan heya sala 1478’é digré ber xwe, bi Munşîtî xebitî ye û heya sala 1469 é li Amedé niçtecî ye. Di sala 1469é da Hesené Diréj (Siltan Uzun Hesen) paytexté dewleta xwe radıke dibe bajaré Tewrîzé. Şéx Hisameddîn jî bi malbatî diçe li Tewrîzé cî û war dibî.
Şéx Hisameddîn piştî ku Siltan Hesené Diréj di sala 1478 é da dimiré û kuré wî Siltan Yaqûb dikevé dewsa babé xwe, ew jî berpirsyariya xwe ya ‘Munşîtî’ yé dispére kuré xwe İdrîs. Mewlana İdrîs, ji vir û péda di dereceya bilind da, bi Siltan Yaqûbé kuré Uzun Hesen ra dest bi xebaté dik e.
Mewlana İdrîs di sala 1452é da li Amedé hatiye dinyayé. Gava ku bi babé xwe ra diçe Tewrîzé 17 sali ye. Li ber desté babé xwe hatiye perwerdekirin û di Serayé da bi Prensan ra xwendî ye. Ji medrese û ilm û irfana bajaré Amedé ya qedîm jî istîfade kirîye û zarokén hemî malmezin û eşrafén Diyarbekir dost û hevalén wî nin. Ew ji Amedé bé par nîne. Bi vé wesîleyé hemû prens û xanedanén Kurdistané nas dike. Bi şer û qirén û aştî û hemû dijwarîyan, dewleta Aqqoyînî tim û daîm desrpîseré Mîrekén Kurdan bû. İdrîs û babé xwe jî Kurd bûn, Bedlîsî bûn û 2 rewşenbîrén zana û bi xîret bûn. İdrîs def û dolabén neyaran bi keys dizané û ew lévîya roja xwe ye..
Kurd jî di wan hémanan da bi qehremanî li ber xwe didan û welatén xwe ji dijminan diparastan. Ewî mérxasîyén Kurdan bi sedan caran dîtibû. Berxwedana Botan, ya Hekkarî, ya Çemîşkezeké, ya Amédîyé, ya Palo, ya Licé û bi taybetî ya Bedlîsé, di dîwana bilinda Aqqoyînîyan da dihata péş çavén wî. Kurd di wan dem û zemanan da bi méranî berevanî li kel û bajarén xwe dikiran.
Mewlana İdrîs ji sala 1478é heya 1500é Katibé Dîwana devleta Aqqoyînîyan ya ku hikmé vé dewleté ji Toqaté heya Efganîstané bû. Ew bi 3 siltanan ra xebitî; heya ku paşî lı vé dewleté hat. Siltan Yaqûb, Siltan Elwend û Siltan Ristem.
Di vé navé da hevalé babé Şah Simaîl Şéx Heyder bû. Şah Simaîl jî dosté wî bû. Di salén wî yén Tewrîzé da tékilîyén wî bi Kurdén Îran û İraqé ra jî çédibî û xurt dibî. Ew vé heréma İran û Kurdistan û İraqé baş nas dike û dizané ka kî kuré kî ye û çend dirheme. Bi taybetî dilé wî her li bajaré Diyarbekir davé; Zaroktîya wî li vî bajaré qedîm derbaz bu ye. Hemî zarokén eşrafé Amedé hevalén wî nin. Ew di nava kulpa wan da mezin buye.
Mewlana İdrîs ji ilm û ilimdariya Tewrîzé jî feyde dîtî ye. Bi Mela Camî yé navdar ra sıhbet kirî ye, dersdaré şéxzadan e. Ew “Mamosteyé Pîroz e”. Vî navî İlimdaré Zeman Xoce Saadeddîn daye wî. Xoce Sadedîn Şeyxilislamé Dewleta Osmaniyan e. İdrîs Lâlâ ye. Lâlâ ewin ku prensan, şéxzadan dighînin.
…………………………