Vengma, hiç bir partinin borazanı değildir. Hiç bir partinin düşmanı da değidir. Kürt partilerinin doğru politikalarını destekler, yanlış politikalarını eleştirerek yol göstermeye çalışır.

BÛK Û ZAVA

BÛK Û ZAVA

Tu bibe zava 
Ez bibim bûk
Tu bibe tav
Ez bibim berf
Em bi hev re bihelin

Tu bibe mast
Ez bibim meşk
Tu bibe agir
Ez bibim xwarin
Em bi hev re bikelin

Tu bibe neft
Ez bibim lemba
Tu bibe niftik
Ez bibim find
Em bi hev re bişewitin

Tu bibe berxik
Ez bibim mih
Tu bibe evîn
Ez bibim bilbil
Em bi hev re bibêjin

Tu bibe rê
Ez bibim çiya
Tu bibe heval
Ez bibim delal 
Em bi hev re bigerin

Tu bibe av 
Ez bibim kanî
Tu bibe behr
Ez bibim uman
Em bi hev re windabin 

Tu bibe rez
Ez bibim bexçe
Tu bibe fêkî
Ez bibim beyîk
Em bi hev re bixwin

Tu bibe heyv
Ez bibim stêr
Tu bibe aşitî
Ez bibim azadî
Em bi  hev re bijîn

Tu bibe mirin
Ez bibim darbest
Tu bibe gor 
Ez bibim goristan
Em bi hev re bimirin
20 / 03 / 2013

MALÊ ŞEWLÊ

... Bu yazımız ile ilgili görüşünüz? ...

Loading spinner

Yorum Yazın

E-posta hesabınızı yayınlanmıyoruz

17 + three =

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için çerezler kullanıyoruz. Sorun yok, rahat olun. Size özel herhangi bir bilgiyi yayınlamıyor ya da paylaşmıyoruz. Anladım, sorun yok Daha Fazla