Veli Sebri / Axifî û carekê din got:
“Heyran, de wele ûsul e. Divê mirov yekem navê mêvanê xwe ji mêvan bipirse. Na! Mintu mecal nedît ku ez bipirsim jî. Eha, wayê nuka minji te pirsî û çû…”Got, pêra keniya û bersiva pirsê jî ji wî ra hîşt. Ax, de Apê Silêman e! Simbêlê xwedi nav tilî û pêçiyên xwe da bir û anî û ediland.
Beriya ku Navdar biaxife jî, got:
“Belê, navê te bi xêr?”
Peyv û bersivên maqulan jî her û her bi aqilmendiya xwe ye. Dor hatibû Navdar û wî, bersiva Apê Silêman da.
Da û got:
“Apo! Belê, navê min, Navdar e. Xort jî bi navê xwe, Hesen e…” Silêman Beg, giregirekî ji giregirên êla xwe bû. Ne tenê giregir, lê di eynî wextê da jîji Torinan û serokeşîrê Êla Hesenan bû.
Wî, dest ji simbêlê xwe berda û yekem, got:
“Belê,…”
Tekilî û danûstandin e û ew jî tu car bê pirs û bersivan jî nabe.Helbet, cîhê ku Apê Silêman jî lêbûye, ne bê axftin û ne jî bê şîrove ye.
Na, beyî axaftin nabe û got:
“Ser seran û ser çavan ra hatiyî, Navdar. Nav jî navekî xweş û bi vî navî xwe tu her û her bijî…” Got, li pey vê gotina xwe jî vegeriya Hesen.
Ji wî jî halê wî pirsî û pêra jî got:
“Hesenê min, tu jî bi xêr hatiyî. Ka qet çawa yî? Gelo li gundê weka qet çi hewadîs heye…?” Got, lê axaftina xwe jî dirêj nekir.
Nekir, ji ber ku wî bi xwe jî dizanî ku ka li gund çi heye ûçi tuneye. Lê de wek mirov çawa li gor azîna civakê biaxife û pirsan ji yekî bike, bi wî awayî kiribû. Silêman Beg, ne xerîbêrewşa welêt û gundên dorhêlê bû.Esas meraqa wîne li ser Hesen, lê zêdetirîn li ser mêvanê din bû. Belê, li ser Navdar. Beriya ku ji Navdar pirsan bike, ji berîka xwe kisê titûnê derxist.Ji xwe ra çixareyekê pêça û di pey ra jî kîsê titûnê ber bi Navdar girt û dirêjê wî kir.
Lê belê Navdar negirt û got:
“Na! Gelekî sipas dikim, apo.”Na, wî kîsê titûnê ji destênApê Silêman negirt, lê Apê Silêman jî, hê biwê meraqa xwe bû. Ji cixareya vêxistî mizek girt, duxana wê di ser xwe da ber da.
Pêra jî got:
“Heyran, îca di vê sar û sermayê da bi te xêr e ku te wiha daye rê…? Nizanim ka ji kû tê û tu dixwazî di kû da biçî…!?” Navdar, ji riyeke dûr hatibû û zor jî betilî bû.
Xwe bi xwe fikirî û di dilê xwe da jî wiha got:
“Apo, îca tu van pirsên xwe ji min belengazî nekî nabe. Tu jî dibînî ku ji rêwitiyê têm û halê min jî li ber çavan û pirr û pirr jî qefilî me. Ka hela bise bila parikî behn were min, lo.Apo jî, Apê Silêman e. Madem ku cenabê te ji min pirsiye, divê ez jî bersivê bidim û dizanim bêbersiv jî qet û qet nabe. Her çiqasî bersiva pirsan giranî bide min jî, pirs pirs û bersiv jî bersiv e.” Rast e, pirsên Apê Silêman bibandor û giranî dabû wî. Di mala giregirekî da mêvan û nedibû xwe bide kerriyê û deng jê neyê.
Ji kûr va behnek da xwe û yekem, got:
“Apo…!”
Di pey ra jî linga yek ber bi xwe va kişand û axaftina xwe domand.
Di axaftina xwe da jî got:
“ Wele, hema wiha. Beriya ku ez werim vir, li Şêrwanşêxê û di mala Apê Xalid da mêvan bûm.Îro jî bi alîkariya Hesen min berê xwe da cenabê we û ez hatim Kêranlixê. Bitaybetî,pir û pirr silavên xanima Xalid Begê ji we û kufleta malê ra hebû…” Apê Silêman, ji çixareya destên xwe mizek din girt,kişand.
Carekê din duxana çixarêyê bi ser xwe da berda û got:
“Silava wê ser seran û ser çavan ra. Xwedê jê razî be. Nizanim gelo ka halê wê qet çawa ye…? Hêvî dikim ku baş be…”Piştî van gotinan jî, Navdar axifî.
Got:
“Apo! Wele, hema tu bibêje bi qasî çar rojan wek nexweşekîli mala wêû di nav nivînanda bûm.Wê dayîkê, xizmeta ku nema ji min ra kir.Hema çiku ji destên wê hatibe wê negot na ûkir. Qet nabe ku ez ê qalê nekim û ji cenabê we ra jî nebêjim. Wê kir, lê wê ji dil û can kir. Kilê, dayîkekê dilşewat û ji jinan jî jinekeheta bibêjî birûmet e. Keko, de halê wê jî wek yê hemû dayîkan e. Her bi hêstirên çavên xwe û jana dilî bû…”
Kûxiya û piştre jî axaftina xwe domand.
Bi berdewamiya xwe û yê dom bike…