Veli Sebri / Bi azametekvegeriya mêvanan û got:
“Ji kerema ra rabin û di pey ra jî derbasê ser doşekan bibin. Wer xuya dike ku hûn herdu jî ji riyek dûr hatine. Vê gavê li rehetiya xwe bin. De fermo, ezîzên min, fermo…” Wê, gotina xwe kir û bi ferzkirina wê jî Navdar, rabû û di pey ra jî derbasê ser doşekebû. Besra, bûka Asya Xanim û hevpara Ferzende Beg bû. Mêr, ne li mal û wî jî wek her kesî rahîştibû çek û silêhên xwe û di pey ra jî bi mêrxasên êla xwe ra berê xwe dabû qada şer. Kê berê xwe nedabû qada şer ku ew jî nede. Wek çawa tê zanînQerecaniyan, Malbatiyan û hema hema bi xort û egîdên xwe va gişkan berê xwe dabû çiya û baniyan û çûbûn. Silêman Beg,bi xwe jî çûbû. Çûbû, lê ji ber hinek sedeman jî vegeriyabû û nekaribû zêde bimîne. Vê gavê vegeriyabû, lênedihat wê watê ku ewê carekê din xwe li eniya şer negire û neçe. Bistekî derbas bû ew jî hat.
Bihatina wî, yên ku li mêvanxanê bûn rabûn serpiyan û li benda cîh girtin û rûniştina wî man.
Ewku rûnişt şûndawî got:
“Ezîzên min! Hûn hatinê û hûn ser seran û ser çavan ra hatin e…”
Ji Asya Xanimê ra jîgot:
“Jinik,mêvan niha birçî ne. De rabe! Rabe û ji camêran ra tiştekî amade bike. Xuya dikecamêr ji riyek dûr hatine ûhê şîva xwe jî nexwarine.” Got û pêre jî nêzî sobê bû.
Asya Xanim, ji jinan jineke çêbû.
Bi wê giraniya xwe li Silêman Beg vegerand û got:
“Silêman! Di qismetê da hema çi ku hebûye mirovwê dixwe. Wele, hema tu bibêje di nîvroyê da min şîv hazir kiriye. Ger ku wan jî xwestibe,şîv amade û dikarim sifrê danim.
Ger ku ji min jîbipirsî ez dibêjim bila bîstekî bêhna xwe bigirin û paşê jî nan û ava xwe bixwin. Nizanim ka edî ew çawa dixwazin…?”
Di wê navbeynê daderîvebû ûçend zarokan, bi devkenîli hundir çav gerand û mêze kir. Piştra jî deriyê mêvanxanê dan cî ûji wir dûr bûn.
Asya Xanim, ji êla Sîpkan û qîza Hecî Ûsiv Paşayê Sîpkî bû. Jineke bedew û li ser rindiya wê jî peyv nebû te bikra. Heta bêjî rêzdar, maqûl û bi graniya xwe bû.
Helbet, dema ku jina çê dayîka du egîdanbe, tu bixwazî nexwazî qalê dikî û di peyvên resen da tinîzimên. Ka de bibêje tu yê çawawerîqala dayîka Ferzende Beg û Kazim Begê nekî.Tiştên ku yekem di mêzekirinê da balamirovî dikişand cil û bergên lê û girêdana wê bû.Asya Xanim, bi kofîkasere xwe bû. Li dor kofika xwe jî wê, temeziyên pirûrengî girêdabû.
Bi fistanekêqûtnîbû. Li ser ziraviya navikê jî wê, piştekek bi reşî girêdabû. Piştî axaftina xwe jî ji cîhê xwe rabû, bi bûka xwe ra derket û derbasî aliyê malê bûn. Ewçûn û Silêman Beg jî, vegeriyamêvanên xwe û bi wan ra ket tekilî, laqirdî û gufteguhan û axifî.
Ber bi Navdarî mêze kir û yekem, got:
“Êêêde ka bibêjê, xwarziyê delal. Bibêje ka tu kî yî, ji ku tê û wiha dixwazî di kû da biçî, heyran…?” Got, lê axaftina xwe nebirrî û domand.
Ji Romana Yar û Miradê
Bêşa Silêmanê Ehmed