Vengma, hiç bir partinin borazanı değildir. Hiç bir partinin düşmanı da değidir. Kürt partilerinin doğru politikalarını destekler, yanlış politikalarını eleştirerek yol göstermeye çalışır.

Yar û Miradê 1

Ji Romana Yar û Miradê

Bêşa Silêmanê Ehmed -1-

 

Nivîskar: Welî Sebrî

 

 

                                                                                        Ger dê hebûya me îttîfaqe
Vêkra bikira me înqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hem’yan ji me re dikir xulamî

                                                                                                            Ehmedî Xanî

 

Di destên wêda teşiya wê û wê, derê pêş vekir ûber bi hewliyê çend gavavet. Avêt û di pey ra jî li cihê xwe sekinî û li der û dorê mêze kir. Di wê mêzekirina xwe da dît,du camêranberê xwe dane qonaxê ûpêda pêda tên.Di wê gavê da jî, ji paş diwarê xênî du kûçikên reş xuya bûn,reyan û di pey ra jîberê xwe dan xerîban û çûn.

Bi hêrsek qêriya ser kûçikan û got:

“Hooşt, kûçik kûçikbav…! Hela tu weremin û li van kelpan mêze bike.Bila ji evdan evdekî Xwedêberê xwe nede vê malê û neyê.Ger ku yek were hema bi carekê dikin kastekast, diewtin û xwe lê digrin…”

Got, pêra jîgavên xwe bilez û bez vekir û ber bi xerîban va çû. Çû, lêji ber ewtina kûçikan jî hê bi wê hers ûqêrina xwe bû.

Carekê din kirqêrîn û got:

“Qero û Qolo…! Niha min ji were çi got, hi. Ne min ji we ra negotûbûzû vegerin…! De vegerin, kûçikbav! Kûç, kûç, kûç…” Kûçik û bisekinin.Dît, hêbi çûyîna xwe ne îca jî xwar bû,ji berfê gogekçêkirû ber bi kutiyanva avêt.Rêwî jî, hema hemaêdî nêzê qonaxê bûbûn.Navdar, bi rêz û giranî ber bi xanimê va hat.

Hat û li ber hişmendê xwar bû, got:

“Ev dem û hemû demên we xweş ûêvara wejî bi xêr be, dayê…”Di pêşwaziyêdawê, silava dostaniyê girtibû.

Li xerîb vegerand û got:

“Xêr silamet û hûn bi xêr hatin e. Mivano, ser serê min û ser çavên min ra hatiyî. De fermo! Fermo,li ser piyan nemînin û hema derbasê qonaxê bibin…”

Ji hatiyan Hesenê Hesenî, bi coş û kelecan nêz bû ûdi pey ra jî rahişt destên wê û maç kir.

Na, wê destên xwe parava negirt, nekişand ûbikêfxeşî da.

Pêra jî got:

“Weyyy, Xwedê te bihêle, berxo. Temen dirêj, derd û êşan nebînî û mala te ava. Tuher bijî, min bi qurban…Her bijî…”

Got, lêbi van gotinannema û pêre jî bi Hesen ra hembêz anî, guvaştû di herdu sûretên wî da ramûsa. Xerîb, li hewşê ûdixwestin qapûtên xwe ji pûkêva daweşînin û wer derbasî qonaxêbibin.

Ji ber deng û qisedanên derva,mirovekî navmil û dirêj ji derî va xuya kir. Camêrê ku derketibû, yekî bejnzirav, bi şal û şapik, li serî kolos û bi simbêlek dirêj û badayî bû.

Vegeriyaxanimêû got:

“Qîzê Asya!Çima tu rê nadî mêvanan…? Rê bide ku camêr bilaji xwe ra derbasî hundir bibin…”Got ûpêra jî simbêlê xwe ediland.Ew bi xwe jî li ber şêmûgê û ji alikî vabi axaftin û ji alikî va jî bi meraqên çavan bû.

Got:

“Wer xuya dike camêr, ji riyeke dûr berê xwe dane vir û hatine. Jinik,de kaêdî xwe bide alikî…!

Bide alikî kuderva sar e û bila camêrji xwe ra derbasî hundir bibin û di sar û sermayê da nemînin.”

Dêmeg, bi navê xwejina çê, Asya Xanim bû.

Yorum Yazın

E-posta hesabınızı yayınlanmıyoruz

1 + 10 =

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için çerezler kullanıyoruz. Sorun yok, rahat olun. Size özel herhangi bir bilgiyi yayınlamıyor ya da paylaşmıyoruz. Anladım, sorun yok Daha Fazla